Li Hewlêrê agir Hotêla Capitol girt, 19 kesî jiyana xwe ji dest daye
Li gorî zaniyariyên BasNews li Hotela Capitol a li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê agir derketiye û li gor agahiyên destpêkê 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.
Hat gotin ji kesên jiyana xwe ji dest dane 14 kes biyanî ne û 3 kes jî welatiyê kurd in.
Herwiha hat zanîn ku destpêkê agir bi senterekî sawna ketiye ku li rex hotêla Capitolê ye û kesên biyanî ku jiyana xwe jidest dane xelkên welatê Flipînin, lêbelê karmendên hotêla Capitolê ku bêhtirên wan xelkê Kurdistana Rojava ne aramin û kesekî ji wan jiyana xwe ji dest nedame..
Basnews
