Davutoglu serdana Mêrdînê dike
Biryar e îro înê 5ê Sibatê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana bajarê Mêrdîn ê Bakurê Kurdistanê bike.
Li gor zanyariyan, Davutoglu di vê serdana xwe de dê pakêcek nû taybet bi rewşa Bakurê Kurdistanê rabigihîne.
Partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê daxwaza dawîpêhatina şer û operasyonên Artêşa Tirkiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê dikin.
Herwiha partiyên Bakurê Kurdistanê destpêkirina danûstandinan û proseya aştiyê bi rawestandina operasyonên leşkerî ve girê dane.
Rudaw
