• Friday, 20 February 2026
logo

YPGê li Erfînê derbên giran li El Nusra da: 2 gund hatin rizgarkirin

Gulan Media February 4, 2016 Nûçe
YPGê li Erfînê derbên giran li El Nusra da: 2 gund hatin rizgarkirin
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 2 gund ji aliyê YPGê ve ji destê çekdarên îslamî yên radîkal hatin derxistin.

Şervanên YPGê, îro berbangeha sibehê karîn gundê Çetel Zaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ji destê çekdarên El Nusra û Ehrar El Şamê derxînin.

Piştî wî şerî, gundê Xirêbkê jî li hemen deverê ji aliyê YPGê ve ji çekdarên El Nusra û Ehrar El Şamê hat paqijkirin.

Şervanên Ceyş El Siwar jî karîn piştî şerekî giran, aşê Feysel li nêzîkî bajarê Ezazê li parêzgeha Helebê ji destê El Nusra û Ehrar El Şamê derxînin.

Rudaw
Top