• Friday, 20 February 2026
logo

Rand Paul dest ji pêşbirka Seroktîyê berdide

Gulan Media February 4, 2016 Nûçe
Rand Paul dest ji pêşbirka Seroktîyê berdide

Berbijarê Komarî yê seroktîya Amerîkî Senator Rand Paul Roja Çarşemê ragihand ku ew kempeyna xwe radiwestîne û dawî li berbijarîya xwe tîne.

Paul ku senatorê eyaleta Kentucky e wek sîyasetvanekî lîberîteryan (libertarian) tê nasîn ku her dem dijberîya maytekirina Amerîka li welatên cîhanê dike.

Paul ku doktorê çavan e di kempeyna xwe de gelek hindik piştgirî wergirt û di hilbijartina eyaleta Iowa de jî li pêy berbijerên serekî mabû û tenê 4.5 ji sedê dengan biribû.
Top