• Friday, 20 February 2026
logo

Li Helebce, ji ber malbatekê 3 rojan şîna giştî hat ragihandin

Gulan Media February 2, 2016 Nûçe
Li Helebce, ji ber malbatekê 3 rojan şîna giştî hat ragihandin
Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê, 3 roj şîna giştî hat ragihandin.

Alîkarê Parêzgarê Helebce, Kawe Elî ji Rûdawê re got, ji ber ku 18 kes ji malbateke Helebceyî di deryaya Ege de xeniqîne, biryar hatiye dayîn 3 roj şîna giştî were ragihandin.

Kawe Elî da zanîn, şîna giştî ji îro ve dest pê dike û got, alayên li ser avahiyên fermî heta nivî tên daxistin lê sazî û dezgeh vekirî dibin.

Roja 1ê vê mehê, qeyîkek koçberên Başûrê Kurdistanê li deryaya Ege ya Tirkiyê de niqum bibû. Di wê qeyîkê de 20 endamên malbateke Helebceyî jî hebûn ku tenê 2 ji wan rizgar bibûn, yên din hemû xeniqîbûn.

Di heyama çend rojên borî de, zêdetirî 100 kurdên Başûrê Kurdistanê, ku dixwazin derbasî Ewropa bibin, di rê de û li nav deryaya Ege de xeniqîn. Heta niha jî termê hinek ji wan nehatiye dîtin.

Rudaw
Top