General Garner: Naha Kurdistan li hemû demê nêzîktire li serxwebûnê
Generalê teqavûd yê artêşa Amerîka di hevpeyvînekê de ragehand: ‘’Cîhan hemû geheştiye vê baweriyê ku Herêma Kurdistanê amadeye ji bo serxwebûnê.’’
Li gor Jay Garner avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ti peyvendiya xwe bi welatên cîhanê we tine û nakokiyên nawxe yên Kurdistanê pêşî li ragihandina dewletê digre. Her wiha diyar kir: ‘’Li gor min pirsgirêk ne civaka Navnetewiye, pirsgirêk lihevnekirna nawxe ya Kurda bi xwe ye, yêkgirtina wan tine.’’
Herwaha generalê Amerîkayî li ser daxuyanî û hewl danên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî, ragehand: ‘’Li gor min Kurd di vê demê de li hemû deman nêzîktire li serxwebûnê.’’
Basnews
