• Friday, 20 February 2026
logo

Li Mexmûrê Pêşmerge çend gundek rizgar kirin

Gulan Media February 3, 2016 Nûçe
Li Mexmûrê Pêşmerge çend gundek rizgar kirin
Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê êrîs kirin ser çend cihên giring û stratejîk li derdora Mexmûrê û di encam de hejmarek gund û navçeyên stratejîk û giring hatin rizgar kirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li bereya Mexmûrê Necat Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serê sibê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşek li ser gundên derdora Mexmûrê pêkanîn û naha jî di pêşveçûnê de ne.’’

Herwaha Necat Elî diyar kir: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di vê pêşveçûnê de karîn gelek gund û cihên stratejîk ji destê DAIŞê derbixin û bi dest bixin. Naha jî Pêşmergeyê Kurdistanê li gundê Kudîleyê ne, ku 17 kîlometre li rojavayê Mexmûrê ye û pêştir terorîstên DAIŞê ji vêderê Mexmûr bombe baran dikirin.’’

Necat Elî got: ‘’Armanca vê êrîşê ji aliyê ewlehiyê we li navçeyê aramî bê avakirin û DAIŞê ji wan deveran we êrîş û bombe baran dikir û armanc bi destxistina wan deveran bu. Herwaha Pêşveçûna xwe berdewam dike ku heta cihên ku li ser biryar hatiye dayîn. Stratejiya Pêşmerge jî azadkirina tememê navçeyên Mexmûrê ye.’’

Basnews
Top