• Friday, 20 February 2026
logo

Serokatiya Hikûmetê rewşa Herêma Kurdistanê bo mamostayên olî şirove dike

Gulan Media February 3, 2016 Nûçe
Serokatiya Hikûmetê rewşa Herêma Kurdistanê bo mamostayên olî şirove dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî roja sêşeme 2-2-2016 bi amadebûna Wezîrê Ewqaf û Karê Olî bi wekalet û Serokê Yekêtiya Zanayên Ola Îslama Kurdistanê tevî hijmarek mamostayên ola Îslamê li hemû deverên Kurdistanê civiyan û rewşa îroya Herêma Kurdistanê,bi taybetî qeyrana darayî û bandora wê bo ser Herêma Kurdistanê şrovekirin.

Li destpêka civînê bi westana deqeyek ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurdistanê,Wezîrê Ewqaf û karê Olî bi wekalet di peyvekê de rolê mamostayên olî li civakê bi taybetî ji bo çêkirina hedarî û berxwedan li nav welatiyan ji bo berhingarbûna qeyran û djwariyan giring nirxand.


Serokê yekêtiya Zanayên Îslama Kurdistanê rolê mamostayan li dîrokê giring nirxand ku bi temamî piştgîriya şoreşên Kurdistanê kirine û bi hevrebûn û nermbûn û berhingarbûna hizra tundrewiyê di nava gel de belavkirine. Her weha bi pêwîst zanî îro mamostayên olî piştgîriya reformên Hikûmetê bikin û çend pêşniyaz ji bo baştir kirina sîstemê Ewqaf pêşkêşê kir û bal kişande ser pirsgirêkên mamostayên olî û hijmarek babetên debarê Ewqaf û kar û barê olî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bo vê hevdîtinê nîşan da û bal kişande ser sedemên qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê ku ji ber qûtkirina pişka Herêma Kurdistanê li bûdceya Îraqê ji aliyê Bexdayê û şerê djî terorîstên DAIŞ û pêşwazî kirina nêzîkê miliyonek û heştsed hezar koçber û penaberan û daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê ye,ku bandoreka xirap bo ser rewşa daraiya Herêma Kurdistanê û wan welatan drust kiriye ku dahata wan bi awayekê sereke li ser petirolê ye.

Serokwezîr Her weha behsê rolê mamostayên olî li biyavên perwerde,berxwedan,aştiya civakî,parastina asayşa civakî,nermî,dûr kirina civakê ji hizrên tundrewiyê,têgihandin û belavkirina hişyariyê li nav welatiyan ji bo rewşa nihaya Herêma Kurdistanê kir û bo vê yekê jî rolê wan giring nirxand.

Top