PYD û Kantonên Rojava li Mosko ofîsa xwe vedikin!
Ferhad Patiyev ji ajansa Interfax a Rûsî re got, kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê dê li Mosko ofîsa xwe vekin.
Patiyev da zanîn ku her sê kanton dê ofîseke hevbeş vekin û nûnerê PYDê jî dê di ofîsê de hebe.
Serokê Otonomiya Çandî û Netewî ya Kurdên Rûsya ragihand ku ofîsa han dê roja 10ê vê mehê were vekirin.
Li gorî agahiyên Ferhad Patiyev, ofîsa kantonên Rojava dê mîna saziyeke giştî girêdayî Wezareta Dadê a Rûsyayê kar bike lê di pratîkê de mîna “sefaretê” be.
Patiyev anî ziman ku ofîsa kantonên Rojava, ne fermî ye ji ber ku li gorî qanûnên Rûsyayê, herêm nikarin ofîsê yan jî nûnertiya fermî vekin.
Wî rayedarê kurd diyar kir ku ew dixwazin li Fransa û Almanya jî nûnertiyên xwe vekin.
Rudaw
