Ûmer Mehemed: Biryar hat dan perleman wek berê bihê karakirin
Komîte ya Asayîkirin a Rewş a Sîyasî a Herêmê û Karakirin a Perleman a Kurdistanê, pêngav a xwe ya yekê havêjtin û şand ên Partî ya Demukrat a Kurdistanê û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamî kom bûn.
Komîte ya Asayîkirin a Rewş a Sîyasî a Herêmê û Karakirin a Perleman a Kurdistanê li baregeh a Yekgirtû ya Îslamî kom bûn. Şand a Partî ya Demokrat a Kurdistanê pêkahatibû ji Nêçîrvan Barzanî, Roj Nûrî Şaweys. Şand a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê ji Mela Bextîyar û Se'dî Pîre, ya Yekgirtû ya Îslamî jî, ji Mehemed Ferec û Ûmer Mehemed. Di kombûnê de biryar hat dan ji bo asayîkirin a rewşê, serdan a alî yên sîyasî jî bikin.
Ûmer Mehemed Endamê serkirdatî ya Yekgirtû ya Îslamî ragehand: Di kombûnê de Biryar hat da, perleman carek a din wek berê bihê kara kirin.
Di kombûn a serokê Herêmê bi l alî yên sîyasî re, li heftî ta burî, biryar hatibû dan ku komîteyek bihêt pêkhînan bo asayîkirin a rewş a sîyasî ya Herêmê. Komîteyê di kombûn a xwe ya yekê de daxwaz ji Fûad Hûsên serok ê dîwan a serokatî ya Herêmê kir bernameyek a serdankirin a alî yên sîyasî berhev bike û di despêkê jî de serdan Bizav a Goran bihê kirin.
Mela Bextîyar berpirsê Deste ya Kargêrî ya Mekteb a sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê got: Piştî rûniştinê bi Bizav a Goran re, Komîte dê serdan a Komele ya Îslamî bike û dûv re jî alî yên din. Li dawîyê jî ew a di kombûnan de bi alî yên sîyasî re, bi dest Komîteyê dikeve, dê li kombûn a dahatî ya serokatî ya herêmê li gel alîyên sîyasî, bixin berdestê serokê herêmê û alîyên sîyasî.
K24
