Dewletbûn mafê kurdan e
Piraniya wan kesên ku tevlî rapirsiyê bûne, dibêjin, kurd gelekî bi rûmet û hêja ye û hêjayî wê ne bibin xwedan dewlet. Yek ji wan kesên ku tevlî rapirsiyê bûye, dibêje, dê û bavê min kurd in û ji Hewlêrê ne. Dema Kurdistan bû dewlet ezê vegerim wir û li dû kal û bavên xwe bigerim…Erebekî Filistînî bi navê Xalid, dibêje, kurd mirovên bi rêz û hêja ne û hêjayî wê ne bibin xwedan dewlet. Selahedîn Eyûbî jî ku Filistîn rizgar kir, kurd bû.
Jina Filistînî ya bi navê Şirîn jî dibêje, kurd jî mîna me mirov in û hêjayî wê ne bibin xwedan dewlet. Ev, mafê wan e. Ew di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatine parçekirin, ziman û çanda wan a taybet heye, çima nebin xwedan dewleta xwe? Zilamekî Filistînî bi navê Colanî, ku li bajarê Qudsê dijî, jî dibêje, êdî dewleta kurdî tenê girêdayî zeman e. Li gorî min dema wê yekê jî hatiye. Kurdan gellek êş û nexweşî dîtine ji ber wê jî divê bibin xwedan dewlet. Ez hêvîdar im rojekî alaya wan jî bi azadî li ba be. Ezê serdana wî welatî jî bikim…
Nêzîkî 70 sal in Filistînî û Îsraîlî şer dikin û heta niha li ser tiştekî li hev nekirine. Lê her du li ser Kurdistanê bûn yek!
Basnews
