• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Suidiya li Îraqê dike

Gulan Media February 2, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Suidiya li Îraqê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma kurdistanê roja duşeme 1-2-2016 pêşwaziya Samir Sibhan El Sibhan Balyozê Suidiya li Îraqê kir.

Li hevdîtinkê Serokwezîr kêfxweşiya xwe ji bo serdana Balyozê Suidiya nîşanda, ku yekemcar e piştî dest bi kar bûnê serdana herêma Kurdistanê dike û hêviya serketinê jê re xwest.

Serokwezîra behsê rewşa siyasî û asayişa Îraqê û rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest têkiliyên navbera her du aliyan di berjeweniya gelê Siudiye û gelên Îraqê bi giştî û her du civakên Suidiye û Kurdisatnê bi taybetî be.

Li Dawiyê jî her du aliyan bal kişandine ser rewşa deverê û qeyrana asayiş û darayiya ku hembêza deverê girtiye. Her wiha behsê serketinên berdewamên Hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstên DAIŞ û xwedî derketin Hikûmet û gelê Kurd ji gelek koçberên destê terorê û pêwîstiyên Herêma Kurdistanê bo alîkariyên serbazî û mirovî li demê niha kirin.

Top