• Friday, 20 February 2026
logo

Li ser pirs a rifrandomê alî yên sîyasî nerîn ên cuda hene.

Gulan Media February 1, 2016 Nûçe
Li ser pirs a rifrandomê alî yên sîyasî nerîn ên cuda hene.

li ser pirs a rifrandomê; alî yên sîyasî nerîn ên cuda hene. Komele ya Îslamî li gel rîfrandomê nine, lê her yek ji Partî ya Demokrat a Kurdistanê û Yekgrtû ya Îslamî dibêjin: Niha baştirîn deme bo rîfrandomê.

Elî Bapîr emîrê Komele ya Îslamî taybet bi Kurdistan 24 ragehand: Eger rifrandom ê encam bidin wek muzayîdeyek a sîyasî, ev tişteke, lê eger me bivêt pêngav ên karînî jî bo bihavêjîn, gelek pêdivîye em hinek pêngav ên din bihavêjin berî encamdan wê. Pêdvîye Me tebayî ya sîyasî û jêrxanek a aburî û hêzek a hevgirtî hebe li ser astê pêşmerge, polis,asayîş û diplomasîyetek a navendî jî hebe heya ku bi kobend a wê qeware ya sîyasî bi xelkê re biaxvîn.

Yekgirtû ya Îslamî nerînek a cuda heye û ew li gel rifrandomê ne.

Xelîl Îbrahîm endamê Mekteb a Sîyasî ya Yekgirtû ya Îslamî ragehand: Rifrandom mafê me ye û biryar a xelkê ye û kes nekare rêgirîyê ji me bike.

Mehmûd Mehemed Endamê Mekteb a sîyasî ya Partî ya Dîmokrat a Kurdistanê, bersiv a Elî Babîr dide û dibêje: Ew nerîn a wî ye. Renge negehişt be wê bawerîyê ku Kurdistan hejî serxwebûn û dewlet a xwe ye.

Herweha got: Kurdan maf ê xwe ye serxwebûn a xwe hebe wek her neteweyek a din. Rifrandom pişkek e ji maf ên gelan û gel dikarin ji bo xuyakirin a çarenivîs xwe encam bidin.

K24
Top