• Friday, 20 February 2026
logo

Balyozên Birîtaniya û Amerîkayê piştgiriya danûstanên Hewlêr û Bexdayê dikin

Gulan Media February 1, 2016 Nûçe
Balyozên Birîtaniya û Amerîkayê piştgiriya danûstanên Hewlêr û Bexdayê dikin
Şandeya Herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistan, di çarçoveya serdanan xwe ya Bo Bexadyê de, roja yekşemiyê 31.01.2016ê li bajarê Bexdayê cuda digel Balyoz û berpirsên Balyozxaneya Birîtaniya û Amerîkayê civiyan.

Di civînan de, şandeya herêma Kurdistanê behsa encamên civînên xwe yên digel mezine berprisên hikûmeta Îraqa federal kir û tekîd li ser hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî di warê rûbirûbûna terorîstiya DAÎŞ û nehêlana metirsiyên li ser herêma Kurdistanê û Îraqê û ji bona çareserkirina timama pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û berdewamiya diyalog û danûstandinan kir.


civîna digel Balyozê Birîtaniyayê

Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê di her du dîdarên xwe yên digel berprisên Amerîkayê û berpirsên Birîtaniyaytê daxwaz kir ku her du welat zêdetir lêbixebitin daku welatên wan û civaka navdewletî di warê rûbirûbûna terorîstên DAÎŞ û alîkarîkriian yekmilyon û heştsedhezar koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene zêdetir alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin û barê giranê herêma Kurdistanê siviktir bikin, bi taybetî di vê rewşê de ku herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomiya dijwar de derbas dibe.

Berprisên Amerîka û yên Birîtaniyayê piştgiriya xwe ji bo berdewamiya diyalog û danûstandinên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û diyar ku ku ew dê bi cidî lêbixebitin daku di warê şerê dijî terorîstên DAÎŞ, çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşkeşkirina alîkariyên leşkerî bo pêşmergeyê Kurdistanê û hevkarîkirina herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina wê kirîza êkonomiya tê de ye, welatên hevpeyman û civaka navdewletî alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.

Şandeya herêma Kurdistanê ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdstanê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Roj Nûrî cîgirê berê yê serokwezîrê Îraqê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê pêkhatibû.

Top