Şanda Herêma Kurdistanê serdana Nurî Malikî dike
Şanda Herêma Kurdistanê bi serkotiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja 30-1-20016 li Bexdayê serdana Nurî Malikî Sekreterê Giştiyê Partiya Dewe ya Îraqê kir.
Li hevdîtinkê, şanda Herêma Kurdistanê bal kişande ser serdana xwe ji bo Bexdayê û civînên tevî Serok Komar, Encumena Bilinda Îslamiya Îraqê û her du Baliyuzxaneyên Amerîka û Berîtaniya li Bexdayê, û her wiha behsê rewşa îro ya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Her du aliyan pêdagirî li ser şerê dijî DAIŞê û nehêlana metirsiya terorê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê û giringiya alîkarî û hev ahengiya navbera Supayê Îraqê û Pêşmerge ji bo rizgar kirina deverên bin deshilata terorîstan kir û kêfxeşiya xwe jî bo berdewam bûn li ser diyalog û danûstanên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina pirsgirêkan nîşan dan.
Li hevdîtinê pêdagirî li ser giringiya xûrtir kirina têkiliyên navbera aliyên Îraqî ji bo berhingar bûna asteng û metirsiyên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha bal kişandine ser bilez piraktîze kirina pirogramên reformên gişt alî ji bo çareser kirina rewşa darayi û aboriya Îraq û Herêma Kurdisatinê, ku ji ber daketina nirxê petrolê hembêza Îraq û Herêma Kurdistanê girtiye.
