• Friday, 20 February 2026
logo

Dê vê yekê ji Serokwezîr Barzanî bipirse: Kurdistan beşek ji Iraqê ye yan na?

Gulan Media January 31, 2016 Nûçe
Dê vê yekê ji Serokwezîr Barzanî bipirse: Kurdistan beşek ji Iraqê ye yan na?
Civîna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest pê kir. Hat gotin ku Ebadî dê ji Barzanî bipirse: Kurdistan beşek ji Iraqê ye yan na?!

Şandeke Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdayê.

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand, hevdîtina şanda Kurdistanê û şanda Iraqê dest pê kir.

Hêvîdar Ehmed da zanîn, şanda Kurdistanê ji Serokwezîr Barzanî, alîkarê wî Qubad Talebanî, berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Dr. Roj Nûrî Şawês pêk hatiye, şanda iraqî jî ji Serokwezîr Ebadî, Wezîrê Avedankirinê Tariq Xêkanî, Wezîrê Plandanînê Selmal Cumeylî û Wezîrê Petrolê Adil Ebdulmehdî pêk tê.

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di civînê de Serokwezîrê Iraqê dê ji Serokwezîr Barzanî bipirse: Gelo Kurdistan beşek ji Iraqê ye yan na? Şanda Kurdistanê jî dê ji wî bipirse: Çima Bexda bûdceya Pêşmerge nade?

Rudaw
Top