• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Almanya Kurd û Ereb bi hev ketin

Gulan Media January 30, 2016 Nûçe
Li Almanya Kurd û Ereb bi hev ketin
Li kampeke koçberan li başûrê Almanyayê, hejmarek koçberên kurd û erebên iraqî bi hev ketin.

Li gor polîsên alman, roja çarşemê êvarî li kampa koçberan ya Schwandorf li eyaleta Bayern li başûrê Almanyayê, di navbera derdorê 20 heta 30 zilamên ji Iraqê de pevçûn derket. Hat ragihandin, ku pevçûn di navbera kurd û ereban ên Iraqê de derket.

Di pevçûna koçberên 17 heta 30 salî de, ji bilî xortekî 17 salî, ti kes bi giranî birîndar nebûn. Xortê birîndar piştî tedawiya destpêkê, bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Piştî ku ji nexweşxaneyê derket, wî şeva xwe bi desteserkirî û di bin çavdêriya polîsan de derbas kir.

Piştî aloziyê, çar kesên ku weke sorkerên pêvçûnan hatin hejmartin, bo kampeke din hatin veguhestin, weke ku polîsan diyar kir, “ji bo ewlekariya wan“. Her çar kes hatin hişyarkirin ku tevlîbûna aloziyeke din wê bibe sedema encamên xirab bo wan.

Lêkolînên derbare bûyerê de didomin û weke ku polîsan diyar kirin, heta niha sedema aloziyê bo wan diyar nebûye.

Rudaw
Top