• Tuesday, 24 February 2026
logo

Demirtaş: Şerê li Bakurê Kurdsitanê bûye pirsgirêkek navdewletî

Gulan Media January 30, 2016 Nûçe
Demirtaş: Şerê li Bakurê Kurdsitanê bûye pirsgirêkek navdewletî

Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan(HDP) Selahedîn Demirtaş, hişyariya berfirehbûna şerê li Bakurê Kurdistanê û dibêje; ev şer dê bibe wek ê li Sûriyê û bûye pirsgirêkek navdewletî. Herwiha bang li hevpeymanan kir da ku, bilez ev şere were rawestndin.

Tirkiyê endame di Hevpeymaniya NATO de, herwiha dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewropa, lê belê li Bakurê Kurdistanê şere û ew dever wek deverên cengê hatine ragehandin.

Derherqê vî şerî Demirtaş ji ajansa Reuters re ragehand: “Pêwîste demlidest Civata Navdewletî daxwazê ji herdu aliyan bike, hem li dewleta Tirk û hem li Gerîlayên PKKê bike da ku , ev şer were rawestandin, divê Civika Navdewletî vê daxwazê her demê ji her du aliyan bike.”

Demirtaş red dike ku, HDPê alîkariya Gerîla kiribe û beşek be ji vî şerî û gotiye: “Di êrîşên hêzên ewlekariya Tirkî de liser herêmên kurdan zêdetirî 200 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, ji wan 70 zarokin.”

Herwiha da zanîn, êrîşên leşkerê Tirk bandora xwe liser sed hezaran kesên sivîl kiriye û bi hezaran malbatan mal û milkên xwe berdane.

Basnews
Top