Davutoglu: Em li gel birêz Barzanî di hemahengiyekî giringdane
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu di bernameyekî tv. ya taybet de di kanala 7 û ulke tv. de bersiva çend pirsên taybet di derbarê herêmê de bibersivand.
Di derbarê helwêsta hikûmeta xwe ya li hember gelî Kurd Davutoglu diyar kir: ‘’Bêgûman Tirkiye ti helwêstekî xwe yê dijî birayên xwe yên Kurd tineye. Belgeyê vê jî peyvendiyên me yên li gel serokê herêma Kudistanê birêz Barzanî û li gel berpirsên din ên hikûmeta herêma Kurdistanê ne.’’
Herwaha Davutoglu di derbarê dijayetiya Tirkiyê ya beşdarbuna PYD ê li Cenevre 3 jî got: ‘’Nabe têgeheştineke çareseriyê yê bi wî awayî hebe. Herwekû min got Tirkiye li dijî Kurd nîne. Em li dijî çi rêgez û netewên din nînin. Em welatekî ku Kurd têde jiyandikin welatekî bi wî awayîne. Dijatiya Kurd ne li Iraqê, ne li Îranê û ne jî li Sûriyê dikin. Herwaha li dijî berjewendiyên Kurdan tevnagerin. Berevajî vê yêkê dema ku pirsgirêk derketiye me hejmarekî pir Kurdên Iraqê li Tirkiyê ku koçber bune bicîhkirne û em alîkarbûne û ji aliyê hikûmetên me ve alîkarî ji wanre hatiye dayîn.’’
Basnews
