• Tuesday, 24 February 2026
logo

Muslim: Sedema nebeşdarbûna me ne Tirkiye ye!

Gulan Media January 29, 2016 Nûçe
Muslim: Sedema nebeşdarbûna me ne Tirkiye ye!
Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, rola li Tirkiyê li hemberî wan neyînî ye, lê sedem ne Tirkiyê bû ku ew beşdarî hevdîtinên Jenêv-3 nabin.

Nakokîyên gelek mezin bo beşdarbuna PYD di Konferansa Jenêvê de hebûn. Lê nûnerê Neteweyên Yêkbûyî ji bo Sûriyê Steffan de Mistura got, PYD beşdarê konferansa nabe.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) Salih Muslim derbarê nevexwandina PYDê bo civînên Kongreya Jenêv-3 û pêşhatên herî dawî de daxuyanî da Radyo Dengê Amerîkayê.

Salih Muslim ragihand: “Ez ne bawer im ku di konferansê de bê me çareserîyek were dîtin. Divê me li ser maseyê muzakere cihê xwe girtiba, lê riya me hatiye girtin.”

Muslîm anî ziman her çiqasî rola Tirkiyê li hemberî wan neyînî jî be lê ya biyar dayî ne Tirkiye ye û biryar nebeşdarbûna wan ji aliyê Amerîka, Rûsya, Netewên Yekbûyî û Steffan de Mistura ve hatiye dayîn û lê ew nizanin kê çi bandor kiriye.

Derbarê îsrarkirina Rûsyayê ya ji bo beşdarbûna PYDê de jî Muslim ragihand, her aliyê ku dixwazin çareserî li Sûriyê pêk were divê ji bo beşdarbûna wan îsrar bikin û îsrarkirina Rûsyayê di vê çarçoveyê de ye.

Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk herwiha anî ziman ji bo parstin û têkoşînê bernameya wan bixwe heye û liser wê bernameyê berdewam bin.

Rudaw
Top