• Tuesday, 24 February 2026
logo

Partiyên Kudî yekem civîna xwe li Efrînê li dar xistin

Gulan Media January 29, 2016 Nûçe
Partiyên Kudî yekem civîna xwe li Efrînê li dar xistin

Piştî ser rast kirina zagona partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê cara yekê ye partî û aliyên sîyasî civînek li dar xistin.

Bi însîyatîfa Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (El-Wehdê), 9 partî û aliyên sîyasî li Efrînê tev li nîqaşan bûn û li ser pisgirêkên kolanên Kurdî axivîn.

Li gor kesitîyên beşdar, di vê qonaxa dîrokî de, girîng e ku dengê Kurdan yek be û bîrgiştî bizan Kurdên Sûrî çi dixazin.

Babetên sereke di civînê da ew bûn: Newekhevîyên navbera alîyên Kurdî, federalî, rêvebirîya xweserî, helwesta alîyên derveyê Kurdan, têkîlîya bi opozîsyonê û rêjîmê re û herwiha pisgirêkên navbera TEV-DEM û ENKSê û hevhatinên Hewlêr û Dihukê û lêvegera sîyasî.
Top