Bangxwazekî Îslamî: Divê cîhan piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
Herwaha Tariq Swêdan di tora hesaba xwe ya facebook de dibêje û nameyekî arastey gelê Kurd dike. Di vê peyama xwe de pesnê gelê Kurd dide û piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê aşkere dike. Herwaha daxwaz li welatên Ereb û hemû cîhanê dike û radigehîne, gelê Kurd miletekî zulim lê hatiye kirin û erkê herkesekê li mafê çarenûsa xwe diyarkirina gelê Kurd piştgirî kirinê heye
Herwaha amaje bi vê dike ku Kurd xwediyê dîrokekîk kevin û ol perestin, gelekî resen û xwedî çand û mirov perwer û gelek qurbanî dane. Ew jî buye sedem ku ez li Kurdan pir hezbikem û dema vê jî hatiye ku hemû cîhan xwedî li mafê wan yê çarenûsa xwe diyarbikin re piştgirî bike.
Di dawiya nivîsa xwe de jî rêz û heskirina xwe ji bo gelê Kurd diyar kiriye.
Tariq Swêdan rahênerê lê tê bawerkirin û bi bandore. Di rêveberî û li welatên Ereb de xwedî cemaetekî pir û pêgehên xwe yên taybet hene.
Basnews
