Li Amedê şerekî giran heye: Herî kêm 4 leşker hatin kuştin
Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşllah Dekak, derheqê rewşa dawî ya navçeya Sûriyê û şêniyên Sûrê yên ji ber şer reviyane, agahî da.
Dekak da zanîn ku di şerê duh ê Sûrê de 2 leşker hatibûn kuştin 8 jî birîndar bibûn, ji wan birîndaran jî 2 jê mirin, bi vî rengî di şerê duh de 3 leşker û polîsek hatin kuştin.
Peyamnêrê Rûdawê her wiha got, derengiya şeva borî jî şer derket, di wî şerî de jî 2 leşker birîndar bûn.
Maşallah Dekak, li ser rewşa şêniyên Sûrê yên ji ber şer reviyane jî got, hinek saziyên sivîl û partiyên siyasî alîkariya şêniyan dikin lê alîkarî têra wan nake çimkî rewşa wan pir kambax e. Di hinek malan de 20 kes dijîn, ji ber ku nikarin ji xwe re xaniyan kirê bikin…
Duh li 6 taxên din ên Sûrê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Piştî wê fermanê, bi sedan şêniyên din ên Sûrê mal û xaniyên xwe terikandin.
Nêzîkî 2 mehan e li Sûra Amedê qedexe didome. Heta niha bi hezaran şêniyên Sûrê ji ber şer mal û xaniyên xwe terikandine.
Rudaw
