Amerîka: PYD beşdarî Cenevreyê nabe
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner, di civîneke rojnamevaniyê de derheqê kirîza ku li ser civîna Cenevreyê derketiye got, em dizanin li ser wê yekê ku kî tevlî civîna Cenevreyê bibe kî tevlî nebe nakokî hene. Lê biryara dawî dê nûnerê Neteweyên Yêkbûyî(NY) yê Sûriyê Steffan de Mistura bide. Em jî piştgiriya vê yekê dikin.
Mark Toner diyar kir ku heta niha lîsteya navê wan kes û aliyên ku dê tevlî civîna sibê ya Cenevreyê bibin, eşkere nekiriye û wiha got, lê bi qasî ku em dizanin PYD tevlî wê civînê nabe.
Wî rayedarê Amerîka li ser helwesta Tirkiyê li hemberî PYDê jî got, Tirkiyê endamê Koma Dostên Sûriyê ye ji ber wê jî eger şikber be mafdare. Rewşa Sûriyê yekser bandorê li wan (Tirkiyê) dike û ji bo wan meseleyek girînge.
Her wiha Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabîus jî duhî gotibû, nûnerê NY yê Sûriyê Steffan de Mîstura ji min re gotiye, em PYD venaxwînin civîna Cenevreyê.
Basnews
