Almanya: Me par çiqas alîkarî dabe Kurdistanê, emê îsal du qasî par bidin!
Wezîrê Geşedanê yê Almanya Gêrd Mûlêr, duh serdana Hewlêrê kir û bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê, Serokwezîr Barzanî û Wezîrê almanî derketin pêşberî rojnamevanan û behsa naveroka hevdîtina xwe kirin.
Wezîrê Geşedanê yê Almanya Gêrd Mûlêr diyar kir ku ew ji bo wê yekê hatiye Kurdistanê da ku di rojên tengav de mîna dostekî pişta Kurdistanê bigire û got, Kurdistan niha di rojên zehmet re derbas dibe. Li aliyekî şerê DAIŞê dike li aliyê yekî kirîza aborî heye li aliyekî nirxa petrolê daketiye û nêzîkî 2 milyon koçber jî hatine Kurdistanê. Ji bo wê jî divê em û Ewropa zêdetir alîkariya Kurdistanê bikin.
Gêrd Mûlêr da zanîn ku Almanya biryar daye par çiqas alîkariya Kurdistanê kiribe îsal du beramber alîkariya Kurdistanê bike.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Almanya par 102 milyon euro alîkarî dabû Hikûmeta Kurdistanê.
Wezîrê Geşedanê yê Almanya diyariyek bi wate jî da Serokwezîr Barzanî. Diyariya wî, topek bû ku ji aliyê sê kesan ve hatibû hilgirtin. Mûlêr wateya diyariyê wiha şirove kir:
Ew topa ji aliyê sê kesan ve hatiye hildan, kirîza aborî ya Kurdistanê ye û yek ji wan kesên ku top hildaye, Almanya ye û dixwaze di vê rewşê de destê kurd bigire û hinek ji wî barê giran ê Kurdistanê sivik bike.
Wezîrê Tenduristiyê yê Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd jî, ku tevlî civînê bibû, diyar kir ku Wezîrê Geşedanê yê Almanya gotiye, eger kirîza aborî neyê çareserkirin û mûçeyê Pêşmerge jî neyê dayîn wê çaxê şerê DAIŞê dê bikeve nav zehmetiyan wê demê metirsiya DAIŞê li ser Ewropa jî zêde dibe, ji ber wê jî çi ji destê Almanya were dê ji bo nehîştina vê rewşê bike.
Rudaw
