• Friday, 20 February 2026
logo

Amed – Şer derbasî 6 taxên din jî bû!

Gulan Media January 27, 2016 Nûçe
Amed – Şer derbasî 6 taxên din jî bû!
Li bajarê Amedê, şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de derket. Li 6 taxên din jî qedexe hat ragihandin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îro danê sibê li navçeya Sûrê ya Amedê şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de derket.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha eşkere kir ku li Sûrê, qedexeya derketina derve li 6 taxên din jî hat ragihandin û şer û operasyon li wan taxan jî belav bûye.

Qayîmeqamtiya Sûrê jî ragihand, qedexeya derketina derve îro li taxên Evdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Silêman Nazîf, Ziya Gokalp û Melîkahmet hatiye ragihandin. Beriya niha tenê li 6 taxên Sûrê, derketina derve hatibû qedexekirin.

Ji aliyekî din, medyaya Tirkiyê ragihand, di şerê Sûrê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Nêzîkî 2 mehan e li navçeya Sûrê ya Amedê, qedexeya derketina derve û şer û operasyon didome.

Hêzên Tirk bi tank û topên giran ketine nav bajêr û piraniya avahî û xaniyan ji ber şer wêran bûne.

Rudaw
Top