4 melayên kurd ji bo endamtiya wê saziya Îranê namzed in!
Heta niha bi fermî nehatiye eşkerekirin ka navên çend kesan ji bo hilbijartinên Encumena Şarezayan a Îranê hatine pesendkirin yan jî redkirin, lê li gorî hinek çavkanî û agahiyên ne fermî, namzediya beşek ji mezin wan kesên ku navê xwe tomar kiribûn, hatiye redkirin.
Li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî, 23 kesan navê xwe ji bo hilbijartinên Encumena Şarezayan tomar kiribûn lê tenê namzediya 4 kesan hatiye pesendkirin, hemû jî mela ne.
Berpirsê karûbarên hilbijartinê yê eyaleta Sine, Elîriza Aşinager ev yek piştrast kir û got, encamên fermî dê 2 hefteyên din ji aliyê Encumena Parastina Destûra Bingehîn (Şûraya Nigehban) ve werin eşkerekirin.
Aşinager her wiha got, dema encam hatin ragihandin wê çaxê yên ku ji encaman nerazî bin dikarin di heyama 3 rojan de bi fermî berteka xwe nîşan bidin.
Navê wan melayên kurd ên ku namzediya wan hatiye pesendkirin wiha ye:
Mamosta Ebdulrehman Xudayî, Mamosta Iqbal Behmenî, Mamosta Enwer Ademî û Mamosta Fayîq Rostemî.
Di Encumena Şarezayan a Îranê de, 2 nûnerên Sine hene. Encumena Şarezayan a Îranê ji 88 endaman pêk tê û 5 salan carekê tên hilbijartin. Yek ji erkên girîng ên wê encumenê, hilbijartina rêberê Îranê ye.
Hilbijartinên Encumena Şarezayan a Îranê û hilbijartinên Parlamentoya Îranê dê îsal di rojekê de, roja 27ê Sibatê, bên encamdan.
Rudaw
