Daxuyaniya Fransa li ser PYDê!
Ev çend roj in kirîz û aloziya ku li ser lîsteya kesên ku dê tevlî civîna roja 29ê vê mehê ya Jenêvê bibin, bi taybet li ser tevlîbûna şanda PYDê, didome.
Herî dawî Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius ragihand, nûnerê NY di karûbarên Sûriyê de, Steffan de Mistura jê re gotiye, em PYDê venaxwînin Jenêvê.
Laurent Fabius ji “Radio Culture” a Fransa re got, dema Steffan de Mistura vexwandname ji mêvanên civînê re dişand ji min re got, PYD bûye sedema aloziyan ji ber wê jî em wan venaxwînin.
Tê gotin ku tehdîd û gefên Tirkiyê bûne sedema wê ku PYD neyê vexwandin, çimkî ev çend roj in rayedarên Tirk gefa wê yekê dixwin ku eger PYD tevlî civîna Jenêvê bibe Tirkiye dê civînê boykot bike.
Rudaw
