Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Nînowa kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û rewşa bereyên şerê terorîstan li parêzgehên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha Parêzgerê Musil pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstên Da'îş û çareserkirina kêşeyên pêkhatên cûda cûdayên Iraqê de hebû û ragihand kesayetî û bandora Serok Barzanî bûye cihê baweriya xelkê navçeyê bi taybetî jî li runiştvanên parêzgeha Nînowa.
Her li vê hevdîtinê de behsa amadekariyên proseya azadkirina Musilê kirin û li ber çav girtina rewşa demografiya parêzgeha Nînowa ewe hate dûpatkirin ku berî destpêka azadkirina Musilê û her wiha piştî azadkirina wê pêwîste rêwşuwênên wiha bê li ber girtin ku bibê sedema aramiya runiştvanên Nînowa bi awayek ku êdî êş û karesat ji bo pêkhatên cûda cûdayên parêzgeha Nînowa dûbare nebin.
