Serokwezîr Barzanî eşkere kir: Mûçe dê were kêmkirin!
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, îro li Hewlêrê konferansek ji bo ragihandina plana xwe ya reformê li dar xist.
Di konferansê de, ku heta niha jî didome, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Taleban jî gotar pêşkêş kirin.
Serokê Hikûmeta Kurdistanê li ser kirîza aborî ya Kurdistanê got, daketina nirxa petrolê ji 110 dolar bo kêmtirî 30 dolarî hemû planên me vala derxist ji ber wê jî em neçar man hinek tedbîr û biryaran bistînin.
Serokwezîr Barzanî behsa kêmkirina mûçe jî kir û got, em ji ber vê rewşa niha neçar in siyaseta “şidandina kemberê” bicîh bînin lewma mûçeyê karmendan dê were kêmkirin lê ew pişka ku ji mûçeyê wan tê kêmkirin, dê wek deyn li ba hikûmetê bimîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku kêmkirina mûçe, reform û çaksazî nîne tenê rêyek e ji bo çêkirina hevsengiyê di navbera dahat û xercên hikûmetê de.
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî di konferansê de li ser mûçe axivî û got, her meh zêdetirî 450 milyar dînar bûdceya Kurdistanê valahî heye ji ber wê jî hikûmet neçar e sîstema mûçe ji nû ve darêje.
Talebanî derheqê mûçeyê Pêşmerge de jî got, wezîfeya me hemiyan e ku em mûçeyê Pêşmerge dabîn bikin.
Di konferansê de, piraniya wezîrên hikûmetê, rayedarên partiyên siyasî, pisporên aborî û gellek kesên din jî beşdar bibûn.
Rudaw
