• Friday, 20 February 2026
logo

Leyla Zana: Ez ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê rica dikim….!

Gulan Media January 26, 2016 Nûçe
Leyla Zana: Ez ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê rica dikim….!
Siyasetmedara kurd û parlamentera HDPê Leyla Zana, bang li PKKê û dewleta Tirk kir, şer bidin sekinandin û dest bi diyalogê bikin. Zana her wiha gazî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî kir…

Îro li bajarê Strasburgê yê Fransa, 12emîn konferansa kurd dest pê kir. Parlamentera HDPê Lelya Zana jî tevlî civînê bû û axaftinek kir.

Leyla Zana, di axaftina xwe de behsa şer û aloziyên Bakurê Kurdistanê kir û got, ew bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin, ne li gorî ti pîvanên hiqûqî, mirovî û exlaqî ne.

Zana bang li aliyên şer kir, şer bidin sekinandin û dest bi diyalogê bikin. Parlamentera HDPê her wiha daxwaz kir ku pêşiya rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê vekirin da ku hevdîtinên bi wî re dîsta dest pê bikin û mafên gelê kurd jî di nav Destûra nû ya Tirkiyê de bên ziman.

Zana behsa hewlên serokomarê berê yê Fransa, Fransços Mîterrand û hevjîna wî Daniyel Mîterran her wiha serokomarê kurd ê Tirkiyê Turkgut Ozal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê kir û ew bi bîr anîn.

Wê siyasetmedara kurd diyar kir ku eger dewletek, destpot û hişk be, guhertin û nermkirina wê pir zehmet e. Leyla Zana wiha domand:

“Ji ber wê jî ez ricayê ji birayên xwe yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikim ku azadî û demokrasiyê ji xwe re esas bigirin û nehêlin sîstema wan ji destpêkê de hişk û destpot be…”

Rudaw
Top