Leyla Zana: Ez ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê rica dikim….!
Îro li bajarê Strasburgê yê Fransa, 12emîn konferansa kurd dest pê kir. Parlamentera HDPê Lelya Zana jî tevlî civînê bû û axaftinek kir.
Leyla Zana, di axaftina xwe de behsa şer û aloziyên Bakurê Kurdistanê kir û got, ew bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin, ne li gorî ti pîvanên hiqûqî, mirovî û exlaqî ne.
Zana bang li aliyên şer kir, şer bidin sekinandin û dest bi diyalogê bikin. Parlamentera HDPê her wiha daxwaz kir ku pêşiya rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê vekirin da ku hevdîtinên bi wî re dîsta dest pê bikin û mafên gelê kurd jî di nav Destûra nû ya Tirkiyê de bên ziman.
Zana behsa hewlên serokomarê berê yê Fransa, Fransços Mîterrand û hevjîna wî Daniyel Mîterran her wiha serokomarê kurd ê Tirkiyê Turkgut Ozal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê kir û ew bi bîr anîn.
Wê siyasetmedara kurd diyar kir ku eger dewletek, destpot û hişk be, guhertin û nermkirina wê pir zehmet e. Leyla Zana wiha domand:
“Ji ber wê jî ez ricayê ji birayên xwe yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikim ku azadî û demokrasiyê ji xwe re esas bigirin û nehêlin sîstema wan ji destpêkê de hişk û destpot be…”
Rudaw
