Balyoza Amerîkayê serdana bajarên Bakurê Kurdistanê dike
Balyoza Amerîka ya Edeneyê, Lînda Stuart Specht, li Bakurê Kurdistanê dest bi serdanan kir. Serbalyoza Amerîkî, piştî ku serdana xwe ya destpêkê li bajarê Rihayê bi Parêzgarî û Şarederiyê re kir, hat li Mêrdînê jî serdana Serokşeradarê Mêrdînê Ahmet Tirk kir.
Hevdîtina Şaredarê Mêrdînê Ahmet Tirk û Linda Stuart Specht nêzîk saetek domiya û piştî hevdîtina ku ji çapameniyê re girtî bû jî, aliyan tu daxuyanî nedan.
Serbalyoza Edeneyê, daxuyandiye ku ewê li Diyarbekir û Batmanê jî serdanan bike û dixwaze biçe Şirnexê jî. Linda Stuart Spect, li ser aloziyên li Bakûrê Kurdistanê jî daye zanîn ku şer û pevçûn dibin egera trajediyan û balkişandiye ku wexta rawestandina wan aloziyan hatiye.
Çend roj berê jî Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Bîden jî li Tirkiyeyê serdanan kiribû.
Disa Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Federica Mogherini jî, piştî serdanên xwe yên li Enqereyê kir, daxuaynd ku ewê jî li Bakûrê Kurdistanê serdanan bike.
K24
