• Friday, 20 February 2026
logo

Termê 7 koçberên Herêma Kurdistanê di Ega de hat dîtin

Gulan Media January 26, 2016 Nûçe
Termê 7 koçberên Herêma Kurdistanê di Ega de hat dîtin
Termê 7 qurbaniyên rûdawa deryaya Ega hatin dîtin. Di nav wan de zarok û jin hene.

Li gorî zaniyariyên ku bi destê BasNews ketine Termê 7 kesên din yê welatiyên Başûrê Kurdistanê ku bibûna qurbaniya rûdawan binavbûna belema penaberan di deryaya Ega de hatin dîtin û nasnameya wan jî hatiye eşkere kirin.

Li gorî zaniyariyan nasnameya wan her 7 terman eve: “Surên Geylan 6 mehî, Seyda Resûl 40 sal, Şilêr Enwer 35 sal, Serwer Ebdulwehab 10 sal, Sahîra Resûl 40 sal, ferîşte Sêrwan 5 sal û Elend sêrwan 3 sal.” Niha pişkinçna pizîşkî jibo wan li Leyros tê kirin.

Di 22 Çile de di deryaya Ega de bi sedena biavbûna belema penaberan bi dehan welatiyên Herêma Kurdistanê bûne qurbanî û heta niha terêm gelekan jî nehatiye dîtin.

Basnews
Top