Pirsa referandûmê li Herêma Kurdistanê germ dibe
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir daku amadekariyê ji referandûmê re bikin.
Temûza sala 2014an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dema serdana Parlamentoya Kurdistanê kir, daxwaz ji parlamentoyê kiribû daku ji pirsa referandûmê li Herêma Kurdistanê amadekariyan bike, lê piştî destpêkirina şerê DAIŞê ev mijar hinekî sar bû û ti pêngavên cidî nehatin avêtin.
Lê niha piştî ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de serkeftinên mezin bidest xistin, pirsa referandûmê dîsan germ bûye, bi taybetî piştî civîna serkirdayetiya PDKê di sala borî de. Di wê civînê de Barzanî daxwaz ji serkirdayetiya PDKê kiribû daku amadekariyan ji referandûmê re bikin.
Biryar e di civîna îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel alî û partiyên siyasî de, sê xalên serekî wek pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê, meseleya referandûmê û krîza aborî bên gotûbêj kirin.
K24
