• Friday, 20 February 2026
logo

Hevserokê PYDê çû Jenêvê – Tirk bêdeng in!

Gulan Media January 26, 2016 Nûçe
Hevserokê PYDê çû Jenêvê – Tirk bêdeng in!
Hat zanîn ku Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (PYD) Salih Mislim ji bo bajarê Jenêvê hatiye vexwendin.

Sêyemîn civîna çareserkirina aştiyane ya kirîza Sûriyê, ku biryar bû 25ê vê mehê li bajarê Jenêvê yê Swîsrayê were lidarxistin, ma roja 29ê vê mehê.

Li gorî agahiyan, nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Steffan de Mistura dê îro bi fermî mêvan û delegeyên civînê vexwîne.

Malpera Rûsî ya Sputînk jî eşkere kiriye ku hevserokê PYDê Salih Mislim duh li ser daxwaza de Mistura çûye Jenêvê û hotêla ku dê lê bimîne jî ji aliyê rayedarên NY ve hatiye kifşkirin.

Li gorî nûçeya Sputînkê, de Mistura ji Salih Mislim re gotiye were Jenêvê û li wir vexwandnameya xwe werbigire.

Tirkiye bi tundî li djî tevlîbûna PYDê di civîna Jenêvê de ye. Rayedarên Tirk li ser çûyîna Salih Mislim bo Jenêvê gotine, aliyên opozîsyona Sûriyê dê îro (26ê mehê) biryara dawî li ser civînê bidin û vexwandname jî dê îro bên şandin, lewma em niha nikarin li ser vê mijarê tiştekî bêjin.

Rudaw
Top