Di tomarekî bi dengde Sedam behsa dewleta Kurd dike
Sedam herwiha dibêje: “Heger Kurd dewletê jî bixwazin jî wek gel mafê wane û ti milet jî wek xwe namîne her tişt tê guhertin.”
Di torên civakî de ev vîdyo belav bûye û tê gotin ku ew gotûbêjeke di nav Sedam Hisên û Sedûn Hemadî de ye, lê ti aliyekî fermî ev yek piştrast nekiriye.
Ev tomara dengî wiha ye
Sedam Hisên: Em li gel welatên peyvendîdar gotûbêj bikin
Sadun Hemadî: Birêz Serok pirsgirêk nine, lê heger doza Kurd li ser 3 yan 4 welatan bê gotûbêjkirin, wekû karûbarêkî niştimanî. Her welatekî karûbarê xwe yê nawxeyî heye û helwêstekî xwe heye. Heger em li ser asta 3 yan 4 welatan gotûbêj bikin, ew tê wateya despêka gotûbêjên dervey sinorên welat yê pirsa Kurd. Ew jî pirsgirêkê dike navnetewî. Li ser asta giştî heremê jî vê lêkolîn li ser pirsa Kurd bên kirin.
Sedam Hisên: base ma çi têde ye ku di asta herêmê de bê gotûbêj kirin.
Hemadî: birêz serok dibe ku di pêş de ji bo me baş nebe, em dozekê li asta welat de bilind dikin.
Sedam Hisên: Di nêrîna min de, heger netewa Ereb li rewşekî başde bît, em doza Kurd derdixin pêş û em lêkolîn li ser bikin, çi têdaye? Bi taybet heger Kurd bixwazin welatekî temam ê wan heye, her welat li gor şert û mercên xwe, li cîhana yasayî de kes nikare jê re bibêje tu herwaha dimînî. Eve çareseriyame ye. Heger hûn dixwazin eveye çareseriya me. Evê ku naxwaze çi çareseriyê dixwaze emê lê binêrin. Di be ku Iraqiyan rojekê tiştek bixwazin, çarenûsa Iraq biryar nîne ku herwaha bimîne wekî ku me li ser lihevkiriye. Lê heger Iraqiyan rojek hat li ser haletekîdin ê hat destnîşankirin lihevkirin emê biçin ser vê yêkê yan na?
Hemadî: Birêz naha rewşa naha em li asta çend welatande hewildanekî wiha biken, tê wateya heger sibe Neteweyên Yêkbûyî ev pirsgirêk bê gotûbêjkirin, emê çawa bibêjin nexêr ewa dozekî niştimaniye û nawxeyiye.? Wê ji mere bibêjin we duh di asta 4 welatan de li ser dixwast gotûbêj bêne kirin. Ka em naha Encûmenê Asayîşê kombikin û lêkolîn liser bikin.
Sedam: Nexêr welatên peywendîdar ku Kurd têdene ew vê lêkolîn bikin.
Hemadî: Birêz Serok li gor min Tirkiye li vê nerihet dibe.
Sedam: Bila nerihet bibe. Nefret û neilet li babe Tirk û Îranê.
Hemadî: Birêz serok naha helwesta wan base.
Sedam: Ew babe nefretin. Ew jî wekî Îran nefret û neilet li babe wan. Lê bila hindek tiştê hatine diyarkirin nebe.
Kesêkî nayê naskirin: (Gotinekî dike lê nayê fêmkirin)
Sedam: Yanî Tirk, Ozal dixweze sereme bikre li bazarên Ewrûpa bidete doza Kurd.
Hemadî: lê belê wan helwêsta xwe diyar kir û helwêsta wan xirap nîne. Li gor berjewendiyê me ye
Basnews
