• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Sekreterê Rojnamevanên Iraqê Fayiq Betî kir

Gulan Media January 26, 2016 Nûçe
Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Sekreterê Rojnamevanên Iraqê Fayiq Betî kir
Ji bo malbata rêzdarê koçkirî Sekreterê Rojnamevanên Iraqê Fayiq Rufaêl Betî

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Sekreterê Rojnamevanên Iraqê û yek ji damezrênerên Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê Fayiq Rufaêl Betî gihîşt me, rojnamevanê mezinê koçkirî li rêya kar û çalakiyên berdewam û bêwêneya li dîroka rojnamevaniya Iraqê û destkeft û ew kitêb û ramanên girîngên di derbarê cîhana rojnamevaniyê ve belav kiriye, kar û cihê destê xwe li vî warî da bi cîh bihêle.

Bi vê helkefta xemgîn ve, pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û hemû rojnamevanan dikin û ji xwedayê mezin hêvîdarîn sebirê bi hemû aliyek bide û rojnamevanê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
Top