YE daxaza agirbesteke bilez li Tirkiyeyê dike
YEê dibêje lazime Tirkiye bilez operasiyonên xwe rawestîne.
Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupa Federica Mogherini îro banga “agirbesteke demûdest” li herêmên Kurdan li Tirkiyê kir ku hêzên ewlekrî yên wî welatî operasyinên tund li dijî mîlîtanên PKK didomînin.
Mogherini li Enqerê, di civîna hevbeş ya hevtayê xwe yê Tirk got: Em banga agirbesteke lezûbez li Başûrê rojhilat dikin û hemî rengên terorîzmê şermezar dikin .
Komîsyonerê Berfirehbûnê yê Yekîtiya Ewrupa, Johannes Hahn jî dîyar kir ku ew amade ne piştgirî bidin peyvajoya aştîyê.
Em hazir in ku destek bidin peyvajoya ya Kurdî. Ev yek di berjewendîya me de ye jiber ku dikare bandorên erênî li ser herêmê û Yekîtîya Ewrupa bike.”
