Mesrûr Barzanî: Lazime mekanîzmeke çalak bo karê hevbeş were dîtin
Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Amerîkayê civiya.
Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Îraqê Stuart Johns û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de behsa operasiyona azad kirina Mûsilê hate kirin û Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku beriya destpê kirina operasiyona azad kirina Mûsilê lazime mekanîzmeke hevbeş ya çalak bo kar kirina hevbeş ya pêkhateyên vê bajarê were damezrandin.
Di berdewamiya hevdîtina han de şerê dijî terorîstên DIŞIê, pêşhatên dawî yên li her du parêzgehên Neynewa û Enbarê, serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DIŞIê li Şingalê û bandora serkeftina han li ser şerê hatin nîqaşkirin û Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya têkşikandina leşkerî ya DIŞIê û azad kirina Mûsilê kir û da zanîn ku ew yek vê bandoreke mezin li ser pêşeroja şer bike.
Mesrûr Barzanî behsa bandora nefsî û herwiha asta hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan û artêşa Îraqê jî kir û got: Bandora ew hemahengiya han misuger kirina serkeftinê ye û lazime mekanîzmekî hevbeş ya çalak bo bihevre kar kirina hêzên han were amadekirin daku hesasiyet di navbera pêkhateyên Mûsilê de çê nebe.
Di dawiya hevdîtina han de behsa serdana vê dawî ya heyeteke Kurdistanî bo Amerîkayê jî hate kirin û encamên vê serdana han jî bi baş hatin wesifkirin û Stuart Johns eşkere kir ku Amerîka ji bandora qirîza darayî, kêşeyên heyî û dabîn kirina pêdiviyên hêzên pêşmerge tê digehêje.
Di dawî de tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku lazime welatên hevpeyman hevkariya Kurdistanê bikin daku karêbe ew qirîzên han derbas bike.
