• Friday, 20 February 2026
logo

Ji bo kirîza aborî, çima Barzanî neçû Amerîkayê? Fuad Husên bersiv dide

Gulan Media January 25, 2016 Nûçe
Ji bo kirîza aborî, çima Barzanî neçû Amerîkayê? Fuad Husên bersiv dide
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê kirîza aborî ya Kurdistanê de namyek ji Serokê Amerîka Barack Obama re şandiye û ji wî daxwaza alîkariyê kiriye.

Şandeke Herêma Kurdistanê, ku ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman pêk hatibû, di heyama çend rojên borî de bi rayedarên Amerîkayê re li ser kirîza aborî ya Kurdistanê hevdîtin kirin.

Endamên Şanda Kurdistanê şeva borî bûn mêvanên bernameya “Ji Washingtonê” ya Rûdawê û bersiva pirsên Namo Ebdullah dan.

Şanda Kurdistanê dan zanîn ku wan bi rayedarên amerîkî re behsa kirîza aborî û tengaviyên ku di encama vê kirîzê de derketine pêşiya Kurdistanê, kirine û daxwaza alîkariyê ji wan kirine.

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, di bersiva vê pirsê de ku çima di vê rewşa kirîtîk de Serok Barzanî serdana Amerîkayê nekir, got, helbet eger lazim bû Serok Barzanî jî dê serdana Amerîka bike lê wî nameyek ji Serok Obama re şandiye û daxwaza alîkariyê jê kiriye.

Fuad Husên her wiha da zanîn, Barzanî bi dîplomat û rayedarên biyanî yên ku li Kurdistanê ne yan jî serdana Kurdistanê, li ser kirîza aborî gotûbêj dike û bi vî rengî hewl dide çareyekê ji kirîzê re bibîne.

Rudaw
Top