Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Li hevdîtinê de ku Matîos Mîtman Konsolê Amerîka li Hewlêr amade bû, rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda xistin berbehs û guftûgoyan û behsa amadekariyên hêzên hevpeymanan û hêzên Iraq û Pêşmerge ya ji bo operasyona azadiya Musilê kirin.
Li beşekî dinê vê kombûnê da peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û hemahengiya di navbera her dû aliyan ya li warên cûda cûda de nirxandin.
