• Friday, 20 February 2026
logo

"Ji ber guşarên Bexdayê Barzanî li serxwebûnê difikire"

Gulan Media January 25, 2016 Nûçe

Cîgirê berê yê serokkomarê Iraqê Eyad Elawî, ragihand ku ji ber guşarên Bexdayê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li serxwebûnê difikire.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şerq El-Ewset a Erebî ku îro hatiye belavkirin, cîgirê berê yê serokkomarê Iraqê Eyad Elawî, behsa rewşa Iraq û navçeyê dike û dibêje: "Ji ber polîtîkayên me yên çewt xelk ji Iraqê bêzar bûye û dibêm xwezî bi serdema Sedam."

Elawî, polîtîkayên hikûmeta rexne dike û derbarê peywendiyên navbera hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê de jî wiha dibêje: "Hikûmeta Bexdayê ligel Herêma Kurdistanê ne zelal e, ji ber guşar û nedîtina rola Herêma Kurdistanê, Barzanî li serxwebûnê difikire."

Her di heman hevpeyvînê de Eyad Elawî, Hevpeymaniya Welatên Îslamî bo rûbirûbûna DAIŞê wek hevpeymaniyeke nerm binav dike û daxwaz dike ku Iraq jî beşdarî wê hevpeymaniyê bibe.

K24
Top