Di nav yên xeniqî de 12 Dihokî jî hene!
Berpirsê ofîsa Rûdawê li Dihokê, Silêman Alîxan ragihand, di nav wan kesên ku du roj berê li nav deryaya Ege ya Tirkiyê de xeniqîne û wenda bûne, 12 Dihokî jî hene.
Alîxan eşkere kir ku tê gotin ku ew kesên rizgar bûne yan jî wenda bûne, derbasî aliyê Yûnanistanê bûne.
Silêman Alîxan li ser zarê yek ji kesên ku rizgar bûye, got, 8 kes ji wan endamên malbatekê ne û 4 kesên din jî mirovên wan in ku piranî xelkê bajarokê Amêdiyê ne.
Alîxan da zanîn ku wî kesê rizgarbûyî gotiye, em bawer nakin ewên wenda bûne, zindî mabin lewma em daxwaza alîkariyê dikin ji bo dîtine wan.
Li gorî agahiyên berpirsê ofîsa Rûdawê, parlamenterê Dihokê Şêx Şamo ji bo dîtine wan kesên wendayî hatiye erkdarkirin.
Silêman Alîxan behsa rewşa hewayê jî kir û got, li Dihokê mijek giran heye ku mirov dikare herî zêde 10 metreyan pêşiya xwe bibîne…
Rudaw
