Li derya Ege ji zimanê yêk ji kesên ku rizgarbuyî
Ev penaberê ku rizgarbuye ku nexwest nave xwe bide û aşkera bike, naha li nexweşxaneyekî Tirkiye ye û li dû çarenusa hevalên xwe yê ku ne diyarin de digere ji BasNewsê re wiha axift: ‘’Em berê li gel qeçaxçiyan rêkevtin ku em bi qeyixekî mezin biçin lê dema ku em çûn perawên avê medît ku qeyîx biçûke û cihê hemû kesan têde nabe. Me xwest ku em neçin lê qeçaxçiyên Tirk gef li me xwarin û kêr û dermançe li me kêşan û em naçarbûn ku sawarbin. Li gel me jin û zarok hebûn ji bo vê jî em naçarbûn. Qeçaxçiyan dew û ruyê xwe girêdabûn û Tirki diaxiftin.’’
Derbarê niqûmbûn û rizgarbuna hindek ji wan jî got: ‘’Kesê ku qayix dajot Ereb bu û şareza nebu. Dibe ku hatibe kirêkirin. Zêdetir ji 3 caran em derdorê deryayê geriyane. Rê peyda nekir û piştra bi GPS xwest me bibe, lê ji ber ku em bi qayîxê pir hatin û çûn benzîn tê de nema û ji kar ket. Piştre şepolekî mezin li me da û qeyîx qulibî û ewên ku di beşa jor ya qayîxê de bûn li ser avê man, ewên ku di beşa jêr de bûn ketin bin avê û kes li wan rizgar nebû. ‘’
Herwaha got: ‘’Piştî 3 demjimêran di vê ava sarde em man qayîxek hat û em xilaskirin. Ez nizanim kêbun li kuderê hatibûn. Mixabin qeçaxçiyan em xapandin û em 70 kesbun. Piranî jî jin û zarok ji ber ava cemidî jiyana xwe ji dest dan. ‘’
Serokê Komeleya Penaberên Ewrûpa li Iraqê Bekir Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li wan kesên ku ketine bin avê tenê 20 kes rizgar buye û termê 28 kesan hatiye dîtin û ewên dine nediyarin û di derbarê wan de çi agahiyek tineye.’’
Li gor gotina navborî kesên ku xeniqîne 2 kes xelkê Ranya ne û yêk jî ji Qeladizê ye û 16 kes ji Hewlêrê ne, civanek ji Dukane û civanek jî ji Jaravaye û herwaha yên din giştî ji navçeyên Kuyê û Teqteqin.
Basnews
