• Friday, 20 February 2026
logo

Mamostayên Kurdistanê: Serokwezîr Barzanî garantî da!

Gulan Media January 24, 2016 Nûçe
Mamostayên Kurdistanê: Serokwezîr Barzanî garantî da!
Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed ragihand, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî garantî daye wan ku nîvê din ê mûçeyê mamostayan nayê xwarin.

Şandeke mamostayên Kurdistanê bi serokatiya Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed, îro bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Talebanî re hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtinê, Ebdulwahîd Mihemed ji rojnamevanan re behsa naveroka hevdîtinê kir û got, me gilî û gazindên mamostayan ji Serokê Hikûmetê û alîkarê wî re got. Wan jî garantî dan ku mûçeyê mamostayan ti carî nayê xwarin û dê were dayîn.

Li ser dayîna nîvê mûçeyê mamostayan jî Ebdulwahîd Mihemed got, şanda hikûmetê ji me re gotin ku ti carî nîvê di ê mûçeyê mamostayan nayê xwarin û fermana nîvmûçeyê jî demek dirêj berdewam nabe.

Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê li ser boykotkirina dibistanan jî got, eger em bizanin sûda vê yekê heye emê ji sibê ve dest bi boykotê bikin…

Çend roj berê, Wezareta Darayî ya Kurdistanê ragihand, ji ber kirîza aborî tenê dikarin nîvê mûçeyê mamostayan bidin. Beşek ji mamostayan wergirtin lê beşek ji wan ev yek boykot kirin û wernegirtin.

5 meh in mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ji ber kirîza aborî nehatiye dayîn.

Rudaw
Top