Hêmin Hewramî: Peymanekî nû em li gel YNKê îmze dikin
Di Demeke ku peymana stratejîk a dinava PDKê û YNKê berbi levaziyê we diçe de û li ser vê gelek gotin têne kirin de; Berî naha Endamê Polît Bûroya YNKê Seidî Ehmed Pîre ragehandibû ku dest nadin ew peymana berê û li hember vê yêkê jî endamekî birêvebir ê PDKê jî gotibû; ji sala 2013 we em dinava hewla peymaneke nû yê stratejîkde ne li gel YNKê.
Hêmin Hewramî Endamê Birêvebir ê PDKê amaje bi vê yêkê dike ku: ‘’Em dinava hewldana berdewama peymana stratejîk da ne û çarçoveya wê peymanê em dixwazin firehtir biken.’’
Ev berpirsê navborî dibêje: ‘’PDK û YNK dinava pêvajoyekî peymana nû de ne. peymana stratejîk ya berê dibe bingehê vê û her dû alîjî li ser pirosesekê amade diken û xalên hevbeş jî dinava herdû aliyende pirin.’’
Di derbarê xalên hevbeş jî li gor Hêmin Hewramî rewşa siyasî û rapisiya referandûmê xala hevbeşe dinava herdû aliyên siyasî de.
Hêmin Hewramî got: ‘’Ev xalên hevbeş peyvendiya xwe bi şert û mercên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê û rapirsiya referandûmê û herwaha danûstandinên li gel Bexda û pêkanîna hikûmetekî Îtilaf, ne wekû hikûmetekî berfire re peyvendîdere.’’
Dervey YNKê Hêmin Hewramî amaje bi çend partiyên siyasî yên din jî dike ku beşdar bibin li vê hikûmeta itilaf û radigehîne: ‘’ Pêkanîna hikûmetekî îtîlaf li gel wan aliyên ku baweriya wan bi hikûmeta îtîlaf heye, bi taybet YNK, Yekgirtûyên Îslamiyên Kurdistanê û Komelê Îslamî vê bibin bingehekî nû ji bo PDK û YNK peymaneke nû ya stratejîk pêkbînin.’’
Di derbarê bingehê peymana stratejîk û cudayîyên ku dixwazin li ser lihevbikindi peymana nû de, Hêmin Hewramî got: ‘’Peymana stratejîk eve ku PDK û YNK di hilbijartinan de bi yek lîste biçin hilbijartinê û di yêk hikûmetê de hevbeşbin. Lê naha ev şert û merc hate gohertin. PDK û YNK li ser şert û mercên nû peyman nû dikin.’’
Li ser peymana stratejîk Hêmin Hewramî waha berdewam kir: ‘’ Peymana stratejîk 27.07.2007 ê de hat ancamdan. Wê demê şert û merc û babetên cuda hebûn naha şert û mercên cuda hene. Ji bo vê em dixwazin ji sala 2013ê we li gel YNKê hewldidin ku peymaneke nû û çarçoveyekî berfirehde li yêk bên.’’
Basnews
