• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka: PKK û PYD ji hev cudan e!

Gulan Media January 23, 2016 Nûçe
Amerîka: PKK û PYD ji hev cudan e!
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden got, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tu rêxistinên ji hev cudan e û divê PKKê dest çekê berde.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden îro bi Parlamenterên AK Partiyê Galip Ensarioglu û Orhan Miroglu, parlamenterên CHPê Sezgin Tanrikulu û Fikri Saglar û herwiha parlamenterên HDPê Leyla Zana, Altan Tan û Ayhan Bilgen re li Stenbolê civîn pêkanî.

Piştî hevdîtinê Parlamenterê CHPê Fikri Saglar û Parlamenterê HDPê Altan Tan daxuyanî dan Al Jazeerayê.

Fikri Saglar diyar kir di hevdîtinê de hemû aliyan derbarê mijarên rojevê de ramanên xwe anîne ziman û wiha got: “Biden got, ew PKKê wek rêxistineke terorîst dibînin û pêwîst e çekan dane. Herwiha diyar kir ku divê PKK û PYD ji hev cuda bên dîtin. Çimkî PYDê şerê DAIŞê dike û DAIŞ jî pirsa herî mezin a cîhanê ye.”

Altan Tan jî da zanîn di hevdîtina ligel Biden de bûyerên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Tan wiha got: “Biden got ew xendeqên ji aliyê PKKê ve hatine kolandin rast nabînin û li gor wan PKK rêxistineke terorist e. Herwiha PYD û PKK ji ehv cûda dibînin. Dibêjin bila têkoşîna siyasî ya li Tirkiyê bi rêyên demokrasiyê bên dayîn û bila hikûmeta bi destûra bingehî ya nû pirsan çareser bike.”

Roja şemiyê jî Biden dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Ahmet Davutoglu re bicive.

Rudaw
Top