• Friday, 20 February 2026
logo

Rûsya biniyaze navendek leşkerî li Rojavayê Kurdistanê veke

Gulan Media January 23, 2016 Nûçe
Rûsya biniyaze navendek leşkerî li Rojavayê Kurdistanê veke

Berpirsên bilind yên Amerîka eşkere kirin ku, tevgera Rûsiya li bakurê Sûriyê heye, tê goman kirin ku Mosko dixwaze navendek serbazî li nêzîkî sînorê Tirkiyê avabike.

Li gorî zaniyariyên aliyên Amerîkî, çend pisporên serbazî yên Rûsya serdana navçeya Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê kirine, li wir pişkinîna fiokexaneyek leşkerî ku berê di bin deselata rêjîma Sûriyê de bû. Berpirsekî Amerîkî derbarê vê yekê got: “Em bi temamî nizanin ka niyaza wan çiye, lêbelê em bi rijdî çavdêriya vê tevgera wan dikin.”

Berpirsekî din yê Amerîka ji Foks News gotiye: “Navenda Rûsî ya li Rojavayê Kurdistanê, heta radeyekê wê dûr be ji navendên wê yê li Sûriyê.”

Tê pêşbînî kirin ku ev gava Rûsiya bibe sedem ku pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê xirabtir lê bê, ku berî niha bi sedema ku Tirkiyê firokeyek Rûsay anîbûn xwarê pêwendiyên herdu aliyan katibûn astek xirab.

Basnews
Top