• Friday, 20 February 2026
logo

Rojnameyên Tirkiyê – Tank jî derbasî Sûra Amedê bûn!

Gulan Media January 23, 2016 Nûçe
Rojnameyên Tirkiyê – Tank jî derbasî Sûra Amedê bûn!
Rojnameyên Tirkiyê piranî li ser serdana alîkarê Serokê Amerîka Joe Biden bo Tirkiyê û hevdîtina Erdogan bi Leyla Zana re, sekinîne. Rojnameya Taraf, behsa hevdîtina Biden bi parlamenterên HDP, AKP û CHPê re kiriye û gotiye, “Pirsa kurd hat ser masê”. Rojnameya Hurriyetê jî behsa gotinên Erdogan li ser bicîhbûna leşkerên Rûs li Qamişlo kiriye û li ser zarê wî gotiye, “Em nahêlin…”

TARAF

-Pirsa Kurd hat ser masê...
Alîgirê Serokê Amerîka Joe Biden, li gel çend endamparlamanên AKP,CHP û HDPê li dor maseyekê rûnişt û li ser pirsa Kurd axivîn, Biden guh da pêşniyazên li ser çareseriyê. Ji HDPê Leyla Zana, Ayhan Bîlgen û Altan Tan, ji AKPê Galîp Ensarîoglû û Orhan Mîroglû, ji CHPê Sezgîn Tanrîkûlû û Fikrî Saglar beşdarî vê civînê bûn. MHP li gel ku vexwendî bû jî beşdarî lê nekir. Biden di axaftina xwe de amaje bi girîngiya nirxê azadiya îfadeyî jî kir, ku ev yek divê ne tenê nirxên Amerika lê yê dinyayê hemû be.

- Tanq jî daketin nav Sûrê. Duh ji bo piştgirî li operasyonan tanq derbasî nav navçeyê bûn. Ji CHPê şandek li gel 100 kesî bi serokê beşê Stenbolê Cemal Canbolat re hatibûn wê derê bo çavdêriyê, di daxuyaniya xwe de got ku li Sûrê ev şer ne exlaqî, ne îslamî ne jî însanî ye. Ne kes kare ji malên xwe derkeve, ne kes kare cenazeyên xwe hilgire, nifûs ji 22 hezar kesî daketiye 2 hezarî.

- Erdogan; emê bikaribin hevdîtinekê pêk bînin li gel Leyla Zana. Demîrtaş, em ne li dijî vê hevdîtinê ne weke partî lê ev daxwaza Leyla Xan bixwe ye wek daxwazeke şexsî.

CUMHURIYET

-Bi lez demokrasî...
Biden li Stembolê bi hin rewşenbîr, akademîsyen û rojnamenûsan re rûnişt ku zahfê wan li ber bayê xezeba Erdogan ketine. Li civînê Biden herî zêde amaje bi azadiya hizrî û ragihandinê û pêwistiya demokrasîyê kir.

- Rojnamenûs Ceyda Karan, bi gumana min Amerîka îro dê di hevditinên xwe yên fermî de hişyariyê bide rêvebirên Tirkiyê. Yek ji nûnerên karûbarên derve yê Amerîka got "Yekîtiya Awrûpa got, em Tirkiyê ji NATOyê derkin, me nehîşt".

HURRIYET

-Biden gul danî Siltanahmed bo kesên jiyana xwe ji dest dan di êrişa terorî de. Îro dê hevdîtinan pêk bîne li gel Erdogan û Dawûdoglû.

-Erdogan, li ser hatina 100 leşkerên Rûs bo Qamişlo, emê nehêlin li ser sînorê me tiştekî bêyî dilê me pêk were.

- Mesûd Barzanî Serokê Rêveberiya Herêma Kurd li Iraqê ji bo Guardian axivî, "Serxwebûn ti carî ev çend nêzîk nebibû ji bo Kurdan".

STAR

-Biden ku dê îro li gel Serokkomar Erdogan rûnê, berî wê li Stembolê daxuyaniyên sosretane dan. Li gel nûnerên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û rojnamevanan rûnişt û piştgirî da danezana 1128 akademîsyenan ku piştgiriya PKKê dikirin.

- Li herdû milên Egeyê karesata xeniqîna penaberan. Li milê Tirkiyê û li milê Yûnanîstan herdûwan jî belem wergeriyan û penaber jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê Tirkiyê 36 kes hatin rizgarkirin, 4 zarok xeniqîn.

Rudaw
Top